Îsraîl Şerîda Xezzayê bi tevahî dorpêç kir.
Îsraîlê ragihand ku dîwarê bi dirêjahiya 65 kîlometre û bilindiya 6 metre ku ji betonê dihate çêkirin bidawî bû.
Dîwar bi hevkariya navbera artêş û wezareta parastinê dihat çêkirin.
Ji bo dawîbûna dîwar li başûrê welat merasîmek hate lidarxistin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz, Serfermandarê Giştî Aviv Koçavî û gelek rayedarên payebilind beşdarî merasîmê bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya li ser mijarê de wiha hat gotin:
Di dîwar de 5 hêman hene ku hev temam dikin.
Astengiya binerdê ya bi sensoran, têlekî ji 6 metreyan bilindtir ku sîstemek pêşketî hatî amadekirin, bendên deryayê ku ji bo tesbîtkirina destwerdanên ji deryayê, sîstema çekan a ji dûr ve tê kontrolkirin, rêze radar û kamera hene.
Dîwarê ku 65 kîlometreyan dirêje, bêtirî 1200 karkeran lê kar kir û ev dîwar piştî 3,5 bidawî bû.
Tevî ku Îsraîl îdîa dike ku “ji ber sedemên ewlehiyê” dîwar lêkiriye jî, Filistînî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin dîwar “ji bo axa Filistînê bi Îsraîlê ve girêbide” hatiye çêkirin.