KONGRA-GEL ji bo çalakiyên di 11’ê Kanûnê de banga tevlêbûnê kir

10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê ye.
Ji bo vê rojê Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bang li gel kir ku tevlî çalakiyên di 11’ê Kanûnê de bibin.

10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê ye.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li her deverê tevlî çalakiyên di 11’ê Kanûnê bibin.

Kongra Gel diyar kir hêzên navnetewî berpirsyarên tecrîda li ser Rêber Apo ne û wiha got,

Di rapora CPT’ê de hatiye diyarkirin ku pergala Îmraliyê ne li gorî Peymannameya Konseya Ewropa û mafên mirovan ên navneteweyî ye.

Lê heta niha hikûmeta Tirk tu gav neavêtiye û şertên tecrîda giran û zextan ên li Îmraliyê li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê zêdetir kiriye.

Li gel ku li Îmraliyê û zindanên din binpêkirinên giran ên mafên mirovan hene, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê toleransa xwe ya li hemberî Tirkiyê hê jî didomîne.”

Kongra Gel da zanîn azadiya Rêber Apo tê wateya çareserkirina pirsgirêkan û tê wateya ku wê li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêk were.

Kongra Gel bal kişande li ser ku Înîsiyatifa Azadî Ji Abdullah Ocalan re 10’ê Kanûnê Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan a Cîhanê îlan kiriye û wiha got,

“Ji ber vê jî 10’ê Kanûnê firsendeke mezin e. Divê bi awayekî xurt em tevlî van çalakiyan bibin û azadiya Rêber Apo têxin rojeva raya giştî.

Çalakiyên girseyî wê di 11’ê Kanûnê de roja Şemiyê were kirin. Divê gelê me û dostên me tevlî van çalakiyan bibin ên ku wê li her dera cîhanê werin lidarxistin.”

Back to top button