Êrişên Rûsyayê ên li çolistana Sûriyê ên li dijî DAIŞ’ê dewam dikin.
Li derdora Helebê jî di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk şer qewimî.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan eniyên Kîtan û Kefer Noran ên rojavayê Helebê topbaran kirin.
Di heman demê de, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran rû da.
Balafirên rûs navendên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebarankirin
Çavdêriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê deverên çeteyên DAIŞ’ê li herêma di navbera çolistana El-Şola û Kebacib a başûrê Dêrazorê bombebaran dikin.