WHO: Ti nîşaneyên derziya li dijî Covid-19 bo Omicron nebandûre nîne

Rêvberên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) gotin, Ne gengaze ku derziya li dijî Covid-19 ji bo mûtasyona Omicron ne bandor be. Rêxistinê diyar kir ku li gorî nîşaneyên despêkê derzî li dijî Omicron jî bandora xwe didomîne.

Tevî ku fikarên der barê mûtasyona Omicron ku li Afrîkaya Başûr derketî dewam dike, jimara welatên ku ev varîant derbasî wan dibe jî zêde dibe.

Rêveberê rewşên lezgîn yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Mike Ryan got,

Hîn gelek tişt hene ku di derheqê varîantê de werin zanîn.

Lê daneyên pêşîn ên ji Afrîkaya Başûr eşkere dikin ku mûtasyona Omicron nahêle nexweşî ji Delta an cûreyên din girantir be.

Daneyên pêşîn nîşan nadin ku ev variant girantir e.

Berevajî vê, rêgez ber bi aliyê kêmtir ve ye.”

Ryan bal kişand ser pêwistiya lêkolînek hîn berfirehtirîn û ev tişt anî ziman:

“Lê hîn zû ye, divê em hay ji xwe hebin ka em çawa nîşaneyan şîrove bike.

Heta niha ti nîşaneyên wê yekê nîne ku derziya li dijî Covid-19 li pêşberî mûtasyona Omicron nebandore.”

Vîrûsa Corona ya ku dawiya sala 2019’an derket, heta niha nêzî 266 milyon kes pê ketiye.

Ji van bêtirî 5 milon û 260 hezar kes mirine.

Back to top button