Etiyopya..Serokwezîr Ehmed vegeriya ser paytext Addis Ababa

Şerê navbera artêşa Etiyopya û hêzên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê bêtirî salekê didome. Biştî hêzên Tîgarayê deverên stratejîk bidest xistin ber bi paytexê ve pêş ketin. Serokwezîrê Etiyopya Ehmed yê berê xwe dayî eniyên şer, careke din vegeriya paytextê.

Li gorî, Rêxistina Weşana Giştî ya Etiyopya (EBC) ragihandî, Serokwezîr Abiy Ehmed piştî qedandina qonaxa yekem a Kampanyaya Yekîtiya Neteweyî vegeriya ser karê xwe.

Ehmed ê 45 salî ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê bû, di 24’ê Mijdarê de berê xwe dabû eniya şer.

Ehmed piştî berê xwe da eniyê, erkê xwe dewrî Cîgirê Serokwezîr Mekonnen kiribû.

Hikûmeta Etiyopyayê di 2’ê Mijdarê de ji ber êrîşên Eniya Rizgariya Gel a Tîgarayê (TPLF) yên ku pêşveçûna xwe ya li başûr dewam kirin, li welêt rewşa awarte ragihand.

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etiyopya li dijî herêma Tîgrayê dest bi êrişê kiribû.

Ji ber şerê ev bêtirî saleke li herêmê dwam dike, nêzî 2,5 milyon kes koçber bûn.

Her wiha pêwistiya bêtirî 5 milyon kesî ji bi alîkariya mirovî heye.

Back to top button