YBŞ: Ji bo me parastin, MÎT û DAIŞ heman tişt in

Fermandariya YBŞ’ê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê û şehadeta Merwan Bedel Xwedêda daxuyaniyek weşand.
YBŞ’ê û TAJÊ diyarkirin ku ev êriş ji aliyê îstîxbarata Tirk, Parastin û komên xiyanetkaran ve hatiye kirin û hate gotin,
“Li dijî êrişan û xeta xiyanetê ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin”

Êrişên dewleta Tirk yên li dijî pêşengên gelê Kurd û destkeftiyan wan bi dawî nabin.

Dewleta Tirk a qirker, doh Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda bi êrişeke namerdane qetil kir û di êrişê de 2 zarokên wî yên kêleka wî jî birîndar bûn.

Fermandariya Yekineyên Berxwandana Şengalê YBŞ’ê, derbarê êrişên dewleta Tirk yên li dijî gelê Êzidî û armanc girtina hevrêyê wan Merwan Bedel Xwedêda daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê da zanîn êrişa li dijî hevrêyê wan Merwan Bedel tenê ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye kirin û wiha anî ziman:

“Ev êriş ji aliyê MÎT û Parastin û komên hevkar-xiyanetkar hatiye kirin.

Ji ber ku me ji sala 2014’an û vir ve di êrişên çeteyên DAIŞ’ê, êrişên dewleta Tirk û PDK’ê de bi giştî 409 şehîd dane.”

Fermandariyê got,

“Dewleta Tirk, xiyanetkar û hevkarê wan difikirin ew ê bi van êrişan gav bi me paşde bidin avetin, lê bila bizanibin em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr û bi biryar in”

Fermandariya YBŞ: Emê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin û xweseriya Şengalê pêk bînin

YBŞ’ê destnîşan kir çawa wan çeteyên DAIŞ’Ê têk bir, îro jî ew ê bi têkoşîn û berxwedanê, Mît-Parastin û hevkarên wan ên ku ev êriş pêk anîne têk bibin.

Em ê li dijî hemû cure êrişan têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û xweseriya Şengalê pêk bînin.

Fermandariya YBŞ’ê, li hemberî êrişên hevpar ên MÎT’a Tirk û Parastinê gelê herêmê û Başurê Kurdistanê hişyar kir û
ji gelê herêmê xwest li dijî van êrişan yekitiya xwe xurt bikin û li derdora YBŞ û YJŞ’ bibin xelek.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ‘TAJÊ ‘: Berdel çi dibe bila bibe em ê azadî û xweseriya Şengalê pêk bînin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî têkildarê êrişa dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

TAJÊ, anî ziman ku êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê bi hevkariya PDK’ê, Iraq û xiyanetkaran pêk tên û wiha got:

“Dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK, Iraq û xiyanetkaran pêşengên Civaka Êzidî hedef digre. Hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî hedefgirtina çand, dîrok û baweriya civaka Êzidî ye.”

TAJÊ destnişar kir ku gelê Êzidî wê hesab ji xayîn û xwefiroşan bipirse.

Tevgera Azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) sersaxî ji gelê Êzidî û malbata Şehîd Merwan Bedel re xest û eşkere kir, berdel çi dibe ew ê azadî û xweseriya Şengalê pêk bînin.

Back to top button