Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser civaka Êzidî şermezar kirin

Sazî û rêxistinên Êzidiyan yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi çalakî û daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir.
Di daxuyaniyan de bang li hikûmeta Iraq û civaka navnetewî hate kirin ku bi erkên xwe rabin û êrişên li dijî Şengalê rawestînin.

Sazî û rêxistinên Êzidiyên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser Şengalê bi çalakî û daxuyaniyan şermezarkirin.

Yekîtiya Êzîdiyên Herêma Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava li Şehbayê daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya Êzîdiyan a li Ehdesê ji hêla hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û endama Yekîtiya Jinên Êzîdî hatin xwendin.

Di daxuyan de hate gotin êrişa li ser Şengalê dewama fermana 74 ‘an a li ser Êzîdiyan e û kujer yek e.

Êzîdiyên Efrînê bang li hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî kir ku dijî terora dagirkeriya Tirk bisekinin û êrişnên li dijî Êzîdiyan rawestînin.

Li Helebê jî, bi dehan endamên Mala Êzîdiyan bi heman armancê li pêşiya navenda Mala Êzîdiyan a li taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser hebûna Êzîdiyan e û bang li civaka navnetewî hate kirin ku lêpirsînekê derbarê sûcên dewleta Tirk a li dijî Êzîdiyan de bide destpêkirin.

Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser Şengalê şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Mala Êzîdî, Kongra Star û endamên saziyên Rêvebeiya Xweser li pêşiya Mala Êzîdiyan a li Amûdê hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin, êrişa li ser Şengalê têkçûyîna dewleta Tirk têkçûna wê nîşan dide.

Di dawiyê de bang li Hikûmeta Iraq û civaka navnetewî hate kirin ku li dijî terora dewleta Tirk a li ser Êzîdiyan bisekinin û êrişan rawestînin.

Meclisa Kantona Qamişlo jî bi heman ramancê daxuyanî da û bang li hemû rêxistinên hiqûqî kir ku sûcên dagirkriya Tirk
ên li dijî Kurdan rawestînin.

Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî bi daxuaniyekê êrişa li ser Şengalê Şermezar kir û ji Hikûmeta Iraqê xwest berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Bi heman armancê , Meclisa Navçeya Til Birakê jî bêdengiya civaka navdewletî hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Back to top button