Konferansa 7. a TEV-ÇAND’ê bi dawî bû

7. Konferansa Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya ku duh destpêkiribû bi dawî bû.
Di dawiya konferansê de meclis û hevserokên tevgerê hatin hilbijartin.

Konferansa 7’emîn a Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna 200 delegeyan du rojan domkir hat li darxistin..

Di roja yekemîn de ji aliyê beşdaran ve axaftin hatin kirin û li ser xebatên tevgerê sînevîzyonek hat pêşandan, rapora rêxistinê hate xwendin û nîqaş li ser wê hate kirin.

Di roja duyemîn de, rêzikname hate nîqaşkirin û erêkirin.

Piştre meclisa tevgerê ya ji 61 endaman pêk tê hate hilbijartin.

Her wiha Ednan Îbrahîm Îbrahîm û Sûmeye Ehmed Mihemed ji bo hevserokatiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê hatin hilbijartin.

Konferans bi zêdeyî 80 biryaran bi dawî bû, ji wan biryaran ev in:

Berpirsiyariya yekemîn a Tevgera Çanda Mezopotamyayê ew e ku fikir û felsefeya Rêber APO rêya çand, wêje û hunerê bo hemû gelan belav bike.

TEV-ÇAND bi zihniyeta modela demokratîk, hawîrdor û azadiya jinê bi xeta xwe ya çand û hunerî têkoşîna li dijî têgeha neteweperestî û zanistiyê pêş dixe.

Vekirina studyoyên ji bo xebatên sînemayê.

Çêkirina belgefîlmekê li ser Efrînê.

Li ser şoreşa Rojava şanoyek bê çêkirin.

Çêkirina şanoyekê li ser şehîd Hevrîn Xelef.

Çêkirina pêşangeheke li ser cûreyên nivîsandina zimanê erebî.

Back to top button