Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê rapora meha Mijdarê ya binpêkirinên mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Hate diyarkirin di nava mehê de 18 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin yan jî xwe kuştin.
Komeleyê Mafê Mirov a Kurdistanê-KMMK di raporê de diyarkir ku di meha borî de herî kêm kesek hat bi darvekirin û 4 kes di bin êşkenceya hêzên rejima Îranê de jiyana xwe ji dest dane.
Hate eşkerkirin ku di meha borî de di dem û cihên cuda de 48 kes ji wan 3 jin li rojhilatê Kurdistanê, hatin binçavkirin.
Komeleyê di raporê de, da zanîn ku di encama gulebarana hêzên rejima Îranê de 2 kolberan jiyana xwe ji destdan û 11 kolber jî birîndar bûn.
Her wiha hate gotin di meha Mijdarê de 18 kes hatin kuştin û xwe kuştin.
Hat gotin ji vana 8 jin û 8 mêran xwe kuştine û 2 jin jî hatine kuştin.