
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya asayî ya meclisên rêveber li dar xist.
Di civînê mijarên çandinî, xebata rêxistinan hin mijarên din hatin niqaşkirin..
Îro Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûrî civîna xwe asayî li dar xist.
Di civînê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd-Elhemîd El-Mihbaş axivî û rewşa siyasî ya Sûriyê û cîhanê û gefên li dijî herêmê nirxand.
El Mihbaş behsa kar û xebatên dîplomatîk ên MSD’ê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û sînordarkirina destwerdanên derve kir.
Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqa Leyla Mistefa jî axivî û diyar kir ku divê rola nûnertiyên Rêveberiya Xwseser li dewletên cîhanê were çalakkirin.
Her wiha di civînê mijarên belavkirina mazotê, çandiniyê û kar û xebatên rêxistinan jî hatin niqaşkirin.