Bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin ji bo azadiya Rêber Apo daketin kolanan.
Li Helebê jî bi hezaran şêniyên Taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşek li darxistin û konê çalakiyê vedan.

Bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê koçber in ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo meşek li dar xist.

Şênî li navçeya Babenisê heta navenda navçeyê meşiyan.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêam Efrînê Mihemed Naso û endama meclisa Kantona Şehbayê Necah Keleş di meşê de axivîn û bêdengiya civaka navdewletî beramberî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo konê çalakiyê hat vedan

Li Helebê jî bi hezaran şêniyên Taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan û konê çalakiyê vedan.

Back to top button