Êrişên Şengal nikarin vîna gelê herêmê têk bibin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî diyar kir civaka navneteweyî berpirsa êrişên li ser Şengalê ye û got,
“Ev êriş dê nikaribin vîna gelê herêmê têk bibin.”

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî derbarê êrişa li ser Şengalê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji vê êrişê ew e ku li dijî gelê Şengalê komkujiyan pêk bîne.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê tevî êriş dike, lê tu helwest û bertek li hemberî êriş û sûcên Tirkiyê nayê nîşandan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Her wiha hate diyarkirin ku wê ev êriş nikaribin vîna gelê herêmê têk bibin.

Back to top button