ŞÊX ALÎ: ARMANC JI LÊKIRINA DÎWARÊ DAGIRKERIYÊ ŞIKANDINA VÎNA GELÊ KU LI ŞEHBAYÊ LI BER XWE DIDE YE

Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê li dora bajarê Efrîna dagirkirî, kir. Sekreterê Partiya Yekitî Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrîn û yê din di aliyên qanûnî, gelêrî û exlaqî de ketî ye. Şêx Alî got: “Tirkiyê li pêşiya vedîtina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê astengiyek e.”

Dagirkeriya Tirkiyê ji navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê dest bi lêkirina dîwar kiriye.

Dîwar ji gundê Cilbirê heya gundê Kîmarê dirêj dibe.

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekitî) Mihyedîn Şêx Alî derbarê mijarê ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wê lêkirina dîwar dewam bike heta Idlibê.

Şêx Alî bal kişand li ser armanca bingehîn a lêkirina dîwarê ku armanc şikandina vîna gelê ku li şehbayê li berxwe dide ye.

ŞÊX ALÎ: DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI EFRÎNÊ DI ALIYÊ QANÛNÎ, EXLAQÎ Û GELERÎ DE KETÎ YE

Şêx Alî destnîşan kir ku dagirkirina Tirkiyê li Efrînê di aliyê qanûnî, exlaqî û gelerî de ketî ye.

ŞÊX ALÎ: HEYA EFRÎN DAGIRKIRÎ BE, ÇARESERÎ NE PÊKAN E
Şêx Alî destnîşan kir ku Tirkiyê li pêşiya vedîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re astengiyek e.

Leave a Reply

Back to top button