KONGRA-GEL: PDK berpirsê êrişa li ser Şengalê ye

KONGRA-GEL jî têkildarî êrişa li ser Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK yekser berpirsiyarê êrişa li ser Şengalê ye.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL êrişa li ser Şengalê şermezar kir û ev bang li gel kir, “Divê em bi gelê Şengalê re di nav piştevaniyeke xurt de bin.”

Kongra gel îşaret bi rola PDK û Tirkiyê kir û wiha got: “PDK a ku Başûrê Kurdistanê bi temamî radestî dewleta Tirk kirî, di heman demê de berpirsyarê vê komkujiyê ye.

Ya ku dewleta Tirk û PDK’ê naxwazin fêm bikin ev e ku tu êriş nikare vîna azadiyê ya gelê Kurd bişkîne, berovajî her şehadetek kîn û hêrsa Şengaliyan mezintir dike.

Banga me ji gel û dostên xwe re ev e ku pêwîst e em bi gelê Şengalê re di nava piştevaniyeke xurt de bin.

Bi teşhîrkirina hevkariyên dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraqê yên di van qetlîaman de, pêwîst e em raya giştî bi hestiyar bikin û ji bo ku saziyên navneteweyî li dijî terora dewleta Tirk bikevin nava tevgerê lazim e pir bixebitin.”

Back to top button