MSD: Yekane çareserkirina aloziya Sûriyê diyalog e

Bi boneya salvegera 6`emîn a damezirandina MSD`ê îro li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd civînek hate lidarxistin. 

PYD`ê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî, Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama meclisa MSD’ê Fehîma Hemo axivî salvegera 6`emîn a damezirandina MSD`ê li hemû gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz kir û got:

“Pîvana yekemîn a MSD`ê ku dagirkirina xaka Sûriyê bi dawî bibe, yekitiya wê were parastin da ku bighêjin Sûriyeke nû ya demokrasî û pirreng ku hemû pêkheteyên gelê Sûriyê, hembêz bike.”

Her wiha Fehîma Hemo derbarê beşdariya jinan di nava MSD’ê de jî got:

“Jinên di nava MSD`ê de gelek destkeftî bi dest xistin.

Endamê Serokatiya MSD`ê Meriî Şiblî wiha axivî û got: “Aloziya Sûriyê ya ku di sala 2011`an de dest pê kir, ji ber bermahiyên rejîmên neteweperest ên li Rojhilata Navîn bi rê ve dibir bûn.”

Back to top button