
Rêxistinên sivîl ên kantona Qamişloyê bi daxuyaniyên cuda şehîdxistina hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi daxuyaniyên cuda şermezar kir.
Bi dehan endamên Meclisa Navçeya Tirbespiyê îro daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Meclisê êrişa şermezar kir û got hikumeta Bexdayê ji vê êrişê berpirs e.
Bi heman mebestê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê bi daxuyaniyekê hedefgirtina Merwan Bedel şermezar kir.
Endamên Mala Êzidî, Kongra Star, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk qirkirina êzidiyan didomîne û sûcên li dijî êzidiyan hatine kirin, hatin şermezarkirin.
Meclisa Bajarê Qamişloyê jî bi daxuyaniyekê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê, mîna van sûcan li Qamişloyê jî kir.
Meclisa Navçeya Til Berak jî bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Başûrê Kurdistan û hikumeta Iraqê hat kirin ku erka xwe bi cih bînin da ku sûcên dewleta Tirk li dijî serweriya Iraqê rawestin.