Çavkaniyên HPG’ê: Bi dehan kuştiyên artêşa Tirk hene-HAT NÛKIRIN

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li herêma ZAP’ê bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di çalakiyê de bi dehan kuştiyên artêşa Tirk hene.

Ji 23’ê Nîsanê ve, artêşa Tirk tevî bi deh hezaran leşker, balafirên şer, tank û topan hewl dide herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dagir bike.

Bêtirî 6 meh di ser vê tevgera dagirkeriyê re derbas bûn, lê artêşa Tirk hê jî li ber berxwedana gerîlla xwe nagire.

Ji ber vê çendê neçar ma ji gelek deverên herêma Avaşînê vekişe.

Îro ji herêma Zapê agahiyên çalakiyeke berfereh a gerîllayan hat biparvekirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku gerîlla ji gelek baskan ve bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.

Û di encamê de bi dehan kuştiyên artêşa Tirk hene.

Çavkaniyên HPG’ê jî pêkhatina çalakiyê piştrast kir û ragihand ew ê di kêliyên pêş de agahiyên berfereh bi raya giştî re bi parve bikin.

Back to top button