Fermandarê artêşa Iraqê: Di encama hevkariya li gel QSD’ê 100 çeteyên DAIŞ’ê hatin radestkirin

Artêşa Iraqê eşkere kir ku ji bo radestkirina çeteyên DAIŞ’ê, di navbera wan û Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê de hevkarî heye. Di encama vê hevkariyê de doh QSD’ê 100 çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqê radestî rêveberiya Bexdayê kir.

Cîgirê Fermandarê Çalakiyên Hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê, Abdulemîr El Şemerî li ser mijarê ji Ajansa Frans Press-AFP re axivî..

El Şemerî anî ziman ku hevkariya wan û QSD’ê ya ji bo radestkirina çeteyên DAIŞ’ê yê li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne didome û got:

Di çarçoveya vê hevkariyê de me doh 100 terorîstên DAIŞ’ê wergirtin.

Ev kesên derbasî axa Iraqê bûn vê gavê lêpirsîna wan li navendên Îstîxbaratê didome.

Adara sala 2019’an piştî ku QSD’ê li herêma Baxozê DAIŞ di warê leşkerî de têk bir, bi hezaran çeteyên biyanî hatin girtin.

Beşek mezin ji wan Iraqî bûn.

Piştî rizgarkirina Baxozê, QSD’ê derdora 900 ji malbatên DAIŞ’î radestî rayedarên Iraqê kirin.

Mehên Sibat û Îlonê jî bi sedan çeteyên DAIŞ’ê di encama peymana di navbera artêşa Iraq û QSD’ê de hatin radestkirin.

Back to top button