Tevgera Aştiyê bang li Fransayê kir: Hebûna û bikaranîna çekêm Kîmyewî li Kurdistanê lêkolîn bikin

Tevgera Aştiyê ya li Fransayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê bang li hukûmeta welat kir. Tevgerê xwest Fransa zextê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bike da ku bikeve nava tevgerê û vî sûcî rawestîne.

Têkildarî gomanên li ser bombekirina gundên Kurdan bi çekên kîmyewî, Rêxistina Aştiyê li Dransayê xwest komîsyoneke navneteweyî ya lêpirsînê were avakirin.

Rêxistinê bi bîr xist ku ji 23’ê Nîsana 2021’an ve artêşa Tirk li herêmên ku Kurd û Êzidî bi giranî lê ne, êrişên giran pêk tîne û wiha dewam kir:

Li Bakurê Sûriyê gelên ku bi hezaran salan li herêmê ne bi zorê ji gundên xwe hatin derxistin û li şûna wan komên cîhadîst têne bicihkirin.

Êrişên Tirkiyê li dijî Kurdan ji aliyê Komîsyona Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ve di raporekê de sala 2020’î ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Ev rastî parçeyek ji tevgera paqijiya etnîkî ye.

Bajarê Kobanê ku salên 2014 û 2015’an bi lehengî li dijî êrişên cîhadîstan li ber xwe da, careke din dibe hedefa êrişên Tirkiyê û komên wê yên cîhadîst.

Li aliyê din fikar zêde ne ku artêşa Tirk peymanên navneteweyî yên li ser qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî binpê dike û li dijî Kurdan bikar tîne.

Gotinên gundiyan, wêne û dîmenên ji herêmê tên van îdîayan piştrast dikin.

Li hemberî vê yekê, gelekî girîng e ku ev rewşa trajîk ji raya giştî ya Fransayê re bê ragihandin û bêdengî ji holê bê rakirin.

Em hîn bûn ku heyetek ji Koalîsyona Piştevaniya Îngiliz a bi Kurdistanê re wê serdana vê herêmê bike.

Di vê serdanê de wê sûcên artêşa Tirk û mijara bikaranîn çekên kîmyewî were lêkolînkirin.

Bi vê armancê Tevgera Aştiyê di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî bang li saziyên navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn bikeve nava tevgerê.

Tevgera Aştiyê ev bang li Serokkomar û hikumeta Fransayê kir:

-Zextê li li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bikin da ku li cihê cih dest bi kar bike.

-Binpêkirina mafên mirovan û peymanên navneteweyî ku hukumeta Tirk jê sûcdar e, eşkere bikin.

-Rêzê nîşanî berpirsyariya xwe ya parastina mirovên li xaka Fransayê di statuya penaberên siyasî de ne.

-Ji bo çareseriya aştiyan, rêzên li mafên gelê Kurd bikin û ji bo wan bikevin nava tevgerê.

Back to top button