MIZRAKLI: BIRYARA DER BARÊ STENBOLÊ DE DARBE YE

Li dijî biryara dubarekirina hilbijartina li Stenbolê bertek zêde dibin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bal kişand ser biryara YSK’ê ya ji bo hilbijartina li Stenbolê û got: “Darbeya li dijî vîna gel e.” Li aliyê din hemû xerabî û kirinên ku qeyûmên AKP’ê di şaredariyan de kiribûn, êdî yek bi yek eşkere dibin.

Bertek û nerazîbûnên li dijî biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya dubarekirina hilbijartina Stenbolê zêde dibin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, biryara (YSK) ya derbarê betalkirina hilbijartina li Stenbolê nirxand.

Mizrakli, bal kişand ser biryarên YSK’ê yên di dema hilbijartina herêmî de û got:

“Peywira YSK’ê ew e ku bi edaletî nêzî hilbijartinan bibe.

Lê biryara ku girtiye, di warê demokratîk de li hemberî vîna gel darbe ye.

Ev yek dibe sedema pirsnîşanan ku dê ji niha û pê ve hilbijartinên Tirkiyê di çarçoveyeke hiqûqî de bên kirin an na.”

LUTFIYE XANIM JI QASEYA ŞAREDARIYÊ BI 300 HEZAR LÎREYAN XWARIN XWARIYE”

Li aliyê din piştî ku hevşaredarên HDP’ê şaredariyên hin bajaran bi dest xist, roj bi roj xerabî û neheqiyên ku qeyûmên AKP’ê kirîne, eşkere dikin.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla, şîrketa şaredariyê xist bin 8 milyon û 766 hezar lîre deyn.

Her wiha deynê qeyûm û hevjîna wî yên xwarinê jî tenê di 3 mehan de nêzî 300 hezar lîreyî ye.

REJÎMA AKP’Ê DIXWAZE ŞAREDARIYÊN HDP’Ê BIKE QEREQOL

HDP’ê di hilbijartina herêmî yên 31’ê Adarê de şaredariyên Cizîr, Silopiya û Hezexê yên Şirnexê ji qeyûman stendibû.

Polîsên Tirk êvara Sêşemê kulûbe û cîhazên X-ray li ber avahiyên şaredariyê bi cih kirin.

Li Cizîrê, li ser dorpêçiya avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve, hevşaredar Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû jî di nav de gelek kes hatin ber avahiya şaredariyê.

Zirig qeymeqamê navçeyê weke qeyûm bi nav kir û got,

“Em ê serî li ber qeyûm netewînin.”

Leave a Reply

Back to top button