Duh jî li gundî Silêman Yexşî êriş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Di êrişê de 3 leşkerên Iraqê birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê şevê din jî li gundê Silêman Yexşî ya ser bi Mexmûrê ve êrişî hêzên Iraqê kir.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de 3 leşker birîndar bûne û rewşa yekî ji wan giran.
Hat ragihandin, piştî êrişî hêzên Iraqê bersiva çeteyan daye û nêzî 40 deqeyan pevçûn navbera wan de qewimiye.
Tevgera çeteyên DAIŞ’ê rojên dawî li Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde bûye.
Heta niha bi dehan ji pêşmergeyan şehîd û birîndar bûne.