Siyasetmedar û Rûspiyên Hesekê: Çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi diyalogan pêkan e

Ji bo bidawîbûn aloziya Sûriyê, Rêveberiya Xweser û MSD dixebitin û her û her di vî alî de hewl didin. rûspî û siyasetmedarên Hesekê dibêjin, “Çaresekirina aloziya Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e.”

Rûspiyê êla El-Mulhim Feysel El-Herîs xebatên MSD û Rêveberiya Xweser ên di warê çareserkirina aloziya Sûriyê de erênî nirxandin.

El Herîs piştrast kir ku diyaloga bi serkêşiya Sûriyan, ji bo xilaskirina welêt çareseriya herî guncew e.

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşxistina Demokratîk a Nîştimanî Abdullah El-Riwêşid jî destnîşan kir ku diyalog, rêya yekane ya bidawîkirina sûcên li dijî Sûriyan tên kirin.

Abdullah El-Riwêşid tevgerên dîplomatîk ên dawî û ragihandina MSD û Rêveberiya Xweser a amadebûna ji diyaloga bi hikumeta Şamê re, bi çareseriya guncav pênase kir.

Back to top button