YPJ: Bi berpirsiyarî xwedî li Şengalê derkevin

Li dijî êrişa Tirkiyê ya dawî li ser Şengalê û şehîdxistina Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser nerazîbûnên tund derdikevin.
Rêxistinên sivîl ên kantona Qamişlo û KONGRA-GEL bi daxuyaniyên cuda ev sûc şermezar kir.
Di daxuyaniyan de PDK jî yek ji berpirsiyarên vî sûcî hat dîtin.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê jî bi daxuyaniyekê ev sûc bi tundî şermezar kir.

YPJ’ê destnîşan kir ku berpirsê yekemîn ê êrişê PDK`ê ye.

Di serî de li jinan, YPJ, bang li her kesê kir ku bi awayekî berpirsiyar xwedî li Şengalê derkevin.

KONGRA-GEL: Divê piştgiriyeke xurt ji gelê Şengalê re were kirin

Li dijî heman êrişê, Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK yekser berpirsiyarê êrişa li ser Şengalê ye.

Kongra gel îşaret bi rola PDK û Tirkiyê kir û destnîşan kir PDK a ku Başûrê Kurdistanê bi temamî radestî dewleta Tirk da dagirker kiriye, di heman demê de berpirsyarê vê komkujiyê ye jî.

Her wiha anî ziman “Ya ku dewleta Tirk û PDK’ê naxwazin fêm bikin ew e tu êriş nikare vîna azadiyê ya gelê Kurd bişkîne, berovajî, her şehadetek hêrs û hêza Şengaliyan mezintir dike. ”

Dawiya daxuyaniya xwe Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bang li tevahî gel kir ku piştgiriyeke xurt bidin gelê Şengalê.

KOMAW: Ji bo parastina Êzidxanê divê hemû derfet bên seferberkirin

Saziya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) jî bi daxuyaniyekê bang li tevahî kurd û dostên wan kir ku li gel gelê Êzidî bin û xwedî li wan derkevin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ” Ji bo Şengalê divê hemû derfet werin seferberkrin û tenê bi vê yekê dikarin hêjayî şehîdên xwe bin yên bi hesreta Êzidxana azad û Xwser bûn.”

Back to top button