Sema Begdaş: Divê konseya Ewropayê biryarên xwe bişopîne

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş dibêje “Divê Konseya Ewropayê biryarên xwe yên ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bişopîne.”

Sema Begdaş behsa tecrîda giran a li ser Rêber Apo kir û da zanîn ku hêzên navneteweyî yên naxwazin felsefeya Rêber Apo belav bibe, tecrîda li ser didomînin.

Sema diyar kir ku fikrên Rêber Apo modela hêvî û rizgariya gelen li Rojhilata Navîn e û got: ”Gel azadiya xwe bi azadiya fîzîkî ya rêber Apo dibîne.”

Sema Bekdaş biryara Konseya Ewropayê ya bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê erênî nirxand û diyar kir ku divê Konseya Ewropayê biryara xwe bişopîne.

Ji bo dawîkirina tecrîdê jî Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş bang li gel kir ku asta tekoşînê bilind bikin, li dijî tecrîdê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

Back to top button