Hejmara Rojnamevanên girtî di sala 2021’an de derketa asta herî jor

Komîteya Parastina Rojnamevanan rapora xwe ya sala 2021’ê eşkere kir. Li gorî raporê, li cîhanê niha 293 rojnamevan ji ber karê xwe girtî ne û rêjeya girtinê îsal di asta rekorê de bû. Tirkiye ku weke zindana rojnamevanan tê binavê kir jî di rêzên pêş ên girtina rojnamevanan de cihê xwe girt. 

Komîteya Parastina Rojnamevanan, têkildarî zextên li ser çapemeniyê, rapora xwe a sala 2021’an eşkere kir.

Komîtê di rapora xwe de herî zêde cih daye hejmara rojnamevanên ku tenê ji ber karê xwe vê gavê di zindanan de ne û ev agahî parve kirin:

Li Di rewşa heyî de li ser asta cîhanê ji 1’ê Çileyê 2021’an ve 293 rojnamevan girtî ne.

Ev rêje weke asta herî jor e.

Sala 2021’an herî kêm 24 rojnamevan ji ber nûçeyên amade kirine hatin kuştin.

Her wiha 18 rojnamevanên din hatin kuştin û hê ne diyar bê kar ji ber nûçeyan e an na.

Komîteyê diyar kir ku hem rêjeya kuştin û hem jî ya girtina rojnamevanan nîşan dide bê asta xweragirtina li çapemeniya serbixwe çendî kêm bûye.

Berpirsê komîtê Joel Simon (Joel Saymon) anî ziman ku di nava 6 salên derbasbûyî de cara pêşî ye ku hejmara rojnamevanên girtî ewqas zêde dibe û got:

Ji encamê diyar dibe bê rojnamevan bi rewşeke çawa a zor re rû bi rû ne.

Lê tevî hemû zext û êrişan jî rojnamevan bi biryardarî kar dikin û stûyê xwe natewînin.

Li gorî raporê welatê herî zêde rojnamevan lê girtî ne wiha ye:

Çîn 50

Myanmar 26

Misr 25

Vîetnam 23

Belarûs 19

Tirkiyê 18

Li pey wan jî Erître, Siûdî, Rûsya û Îranê tên.

Back to top button