Parêzer Reyhan Yalçindag: Dewlet bi zanebûn rê nade dermankirinê

Rewşa tendirûstiyê ya siyasetvana Kurd Aysel Tugluk her diçe giran dibe. Li gel vê yekê jî rêjîma Tirk hem bersivê nade bangên berdana Tugluk û hem jî destûrê nade ku were dermankirin.

Parlementera berê, parêzer û siyasetvana Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016’an ve di bin şertên giran ên zindanên Tirkiyê de girtî ye.

Demên dawî tevî ku rewşa tendirûstiyê ya Aysel Tugluk giran bûye jî nayê berdan.

Her wiha daxwaza kontrol û dermankirinê jê bê bersiv tê hiştin.

Li hemberî vê yekê, Parêzera Aysel Tugluk, Reyhan Yalçindag nerazîbûn nîşan da.

Têkildarî mijarê Reyhan Yalçindag ji Ajansa ANF re axivî û diyarkir ku, rewşa muekîla wê her ku diçe girantir dibe û got;

Piştî êrişa li dijî cenazeya dayîka Aysel Tugluk, tendirûstiya wê xerab bû.

Tevî vê yekê jî ji bo ev rewş ji aliyê hin derdoran ve weke niyeta xerab neyên bikaranîn, Aysel Tugluk nexwest em bikin rojev.

Lê bi demê re rewşa tendirûstiya wê her giran bû û ev yek bi rapora doktorên pispor jî hat piştrastkirin.

Li gorî rapora nexweşxaneyê, Aysel Tugluk nikare di nava şertên zindanê de bimîne, lê saziyên girêdayî dewletê, bi awayên keyfê rastiyê berovajî dikin.

Bi taybet jî Saziya Tiba Adlî.

Parêzer Reyhan Yalçindag hişyar kir ku eger Aysel Tugluk neyê dermankirin wê encameke giran derkeve holê.

Di rewşa heyî de nema kare bi hêsanî biaxive. Gelek tişt nayên bîra wê.

Lewma divê yekser ji zindanê were derxistin û dermankirin.

Back to top button