Bîlançoya sê mehan a kirinên çeteyên Tirkiyê li Efrîna hat eşkerekirin

Di sê mehan tenê de, 7 kes hatin kuştin û 202 jî hatin revandin.
Dema em behsa van sûcan bikin, jî helbet wê bala her kesî biçe li ser Efrînê.
Ji ber sûcên wiha giran li wir û bi destê Tirkiyê û çeteyên wê pêk tên.
Bîlançoya sê mehan a kirinên çeteyên Tirkiyê li Efrîna ku dagir kirine, hat eşkerekirin.

Tenê di sê mehan de, 7 kes li Efrînê hatin kuştin û 202 jî hatin revandin.

Ev kirin jî tenê ji Tirkiyê û çeteyên wê ku Efrîn dagir kirine, derdikevin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn _ Sûriye ji ajansa Hawarê re bîlançoya ‎sûcên li Efrîn ên mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de eşkere kir. ‎

Li gorî Ibrahîm Şêxo sûcên di van hersê mehan de hatîn kirin ev in:

2 jin di nav de 7 sivîl hatin kuştin.

202 sivîl hatin ‎revandin, di nav de 25 jin û 3 zarok hene.

2 dibistanên olî û 3 mizgeft di nava avahiyên mêtingeriyê de hatin avakirin.

Ibrahîm Şêxo kirinên çeteyên ên berî niha jî bi bîr xistin û anî ziman “Zêdetirî 350 hezar sivîl koçber kirin û 400 hezar li şûna wan bi ‎cih kirin.”

Şêxo eşkere kir niha û bi vê re rêjeya kurdan li Efrînê ji 95 ji sedî daket kêmî 25.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye Ibrahîm Şêxo dawiyê tekez kir ku Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û banga darizandina Tirkiyê li civaka navnetewyî kir.

Back to top button