Rojnamevan û aktivîstên Germiyanê: Helwesta HPG di cih de ye û divê were pêşwazîkirin

Rojnamevan û aktivîstên Germiyanê bang li PDK’ê kir ku helwesta HPG’ê ya ji bo parastina Başûrê Kurdistanê erênî pêşwazî bikin.

6’ê vê mehê Berdevkê Navenda Ragihandina HPG’ê gotibû HPG amade ye gelê Başûr ji DAIŞ’ê biparêze.

Derbarê vê peyamê de rojnamevan Heme Pur axivî û piştrast kir divê hikûmeta Başûr rê bide gerîla ku were li dijî DAIŞ’ê şer bike.

Heme Pur dibêje “Ger gerîla were wê pêşî li êrişên DAIŞ’ê bigre û êdî pêşmerge şehîd nebin.”

Çalakvan Erselan Berlûtî jî diyar kir ku HPG’ê helwesteke baş nîşan daye û wî jî tekez kir divê aliyên siyasî yên Kurd jî guh bidin vê helwestê.

Her wiha çalakvan Hogir Nesredîn jî ji bo dawîkirina êrişên DAIŞ’ê bang li wezareta pêşmerge kir ku xwe ji nûve birêxistin bike.

Hogir Nesredîn li ser peyama HPG’ê jî got “ev helwesteke di cih de ye û pêwîst e were pêşwazkirin.”

Back to top button