Kîve: Di rewşek dagirkeriyê de wê gelek leşkerên Rûs werin kuştin

Aloziya navbera, Ûkrayna û Rûsyayê bi gefxwarinên nû re careke din gur bûye.
Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba got,
Eger Rûsya êrîşî Ûkraynayê bike, wê gelek ji leşkerên wê bimrin.

Dmitro Kuleba di serdana xwe ya Îngilîstanê de ji Sky News re axivî û diyar kir ku ew bi hevalbendên wekî DYA û Îngilîstanê re ji bo pêşîgirtina li Rûsyayê dixebitin.

Kuleba bal kişand ser wê yekê ku artêşa Ûkraynayê ji bo parastina welêt amade ye û got,

“Hevpeyman dikarin di warê aboriyê de jî êriş bikin.

Em ê li ser erdê jî şer bikin.

Biborin ku ez vê yekê dibêjim, lê wê gelek leşkerên Rûsyayê bên kuştin.

Em hêvî dikin ku Serok Putin naxwaze ev yek bibe.”

Wezîrê Ûkrayna bal kişand ser wê yekê ku ew di nêzîkatiyek sê alî de ne ku peyamên siyasî, cezakirin û hevkariyeke leşkerî ya nêzîktir bi hevkaran re ji bo pêşîgirtina li Rûsyayê dihewîne.

Kuleba anî ziman ku ew nelibendêne NATO li kêleka wan bi Rûsyayê re şer bike, lê dihamen demê de tenê dixwazin piştevaniya wan bikin.

Back to top button