Welatên nû beşdarî boykotkirina Olîmpiyatan bûn

Despêka Sibata 2022’an li paytexta Çînê Pekînê wê leyîstinên Olîmpiyatê werin leyîstin.
Leyîstinê beriya despê bike, li nava welatan aloziya dîplomasiyê xwe daye der.
Piştî boykota DYA ji Olîmpiyata Zivistanê ya li Pekînê re, Îngilistan, Kanada û Awistralya jî helwesta xwe diyarkirin.
Aliyan anîn ziman ku ewê dîplomatên xwe neşînin Pekînê.

Di navbera 4-20′ Sibata 2022’an de wê li Çînê Olîmpiyatên Zivistanê yên 2022’an bê lidarxistin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî çend hefteyan ji hevdîtinên bi Çînê re ji bo derbaskirina aloziya di têkiliyan de negihişt encamê.

Bi îdiaya ku binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Çînê ve pêk tê, Amerîka biryar da ku wê ti dîplomatan neşêne Pekînê.

Lê ti astengî li pêşiya beşdarbûna werzişvanên wê di lîstikan de nîne.

Ji aliyê din ve Çînê diyar kir ku biryara Amerîkayê ya boykotkirina dîplomatîk wê berdêla xwe hebe.

Kanada, Awistralya û Îngilistan jî beşdarî boykotê bûn

Yek ji welatên herî dawî ku tevlî boykota dîplomatîkbûyî Kanada ye.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau diyar kir ku Pekîn demek dirêje fikarên welatên Rojavayî yên li ser binpêkirinên mafê mirovan ku ji aliyê Çînê ve pêk tê dizane.

Ji ber vê yekê, divê mirov ji neşandina dîplomatan a ji bo olîmpiyatan şaş nemêne.

Serokwezîrê Îngilîstanê Borîs Johnson, li ser boykota dîplomatîk a DYA’yê bersiva pirsa rojnamevanan da û got:

Îngilîstan jî wê boykoteke dîplomatîk a bi bandor a Olîmpiyadên Zivistanê pêk bîne.

Ttê payîn ku wezîr û rayedar neçin Çînê.

Johnson da zanîn ku werzişvanên Brîtanî wê di lîstikan de cihê xwe bigrin.

Serokwezîrê Awustralya Scott Morrison jî ragihand ku ji ber nakokiyên navbera herdû welatan wê dîplomatan neşînin Pekînê.

Komîteya Olîmpiyadê ya Awustralya jî diyar kir ku boykota dîplomatîk werzişvanan nagire nav xwe.

IOC: Em ji piştevaniya hatî dayîn keyfxweşin

Komîteya Olîmpiyatan a Navneteweyî (IOC) bi armanca kêmkirina aloziyê daxuyaniyek da.

Serokê komîteyê Thomas Bach diyar kir ku xema Komîteya Olîmpiyatê her tim beşdarbûna werzişvanan di lîstikan de ye û got,

“Ji ber vê yekê em pêşwaziya van dewletan ji bo werzîşvanan bi keyfxweşî pêşwazî dikin.

Ev helwest rê li ber wê yekê vedike ku werzîşvan bi hêz tevlî bibin.”

ÇÎN: Ev kampanyaya reşkirinê ye

Li aliyê din Çînê hincetên boykotê yên welatan red kir.

Rêveberiya Çînê helwesta van welatan weke propagandaya reşkirinê binav kir.

Back to top button