Cîvîna Demokrasiyê ku Tirkiye nehatî vexwendin despê dike

Serokê DYA’yê Joe Biden, îro ‘Civîna Bilind a Demokrasiyê’ ku beriya hilbijartinên serokatiyê soz dabû, pêk tîne.
Di cîvîna bi rêya online bê lidarxistin de, nê lîderên sedan welatî amade bin.
Di civînê de, Tirkiye nîne.
Rêveberiya Koşka Spî hevalbendên NATO’yê Tirkiye û Macarîstan vexwendibûn civîna ku wê du rojan dewam bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, gava yekem ji soza xwe ya “vegerandina serkirdayetiya demokrasiyê û têkoşîna li dijî otorîterîzma li cîhanê” davêje.

Joe Biden yek ji sozên girîng ên beriya hilbijartinê dayî organîzekirina Civîna Bilind a Demokrasiyê bû.

Di çarçoveya civîna ku bi rêya online pêk were de, tê çaverêkirin ku lîderên 100 welatan amade bin.

Şêwirmenda Wezareta Karên Derve ya DYA Uzra Zeya derbarê lûtkeya ku ji bo Ewlehî, Demokrasî û Mafên Mirovan were lidarxistin de axivî û got:

Demokrasî li seranserê cîhanê bi aloziyên ku ji ber gefên nû derdikevin re rûbirû maye.

Çîn û Rûsyayê dûrxistina wan ji lûtkeyê şermezar kirin.

Di dawiya meha Mijdarê de Balyozê Rûsyayê yê li DYAyê Anatoly Antonov û Balyozê Çînê Qin Gang bi daxuyaniyên nivîskî bertek nîşan dabûn û ev yek jî weke “zêhniyeta Şerê Sar” binav kiribûn.

Herdu welatan fikra yek modela demokrasiyê redkirin û ‘rastiyên Çînî’ û ‘kevneşopî’ yên Rûsyayê bi bîr anîn.

Li aliyê din vexwendina Taywanê berteka Çînê kişand.

Ji ber binpêkirinên mafên mirovan yên li Tirkiyê ji aliyê rejîma Serokê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan ve têne kirin, Tirkiye cihê xwe di lîsteyê de negirt.

Parêzvanên mafan jî meraq dikin gelo dê lûtke têrê bike ku rêberên hatine vexwendin gavên berbiçav bavêjin an na.

Cîgira seroka Freedom House Annie Boyajian ji Reutersê re got:

“Eger lûtke ji civîneke asayî cuda be, divê her beşdar, di nav de Amerîka, sozên watedar derbarê demokrasî û mafên mirovan bidin û wan bicîh bînin.”

Civîn wê 9-10’ê Kanûnê pêk were.

Biden bi vê civînê re, wê soza xwe ya ji nûve serkêşiya gerdûnî li hember herikîna otorîter a ku di bin serokatiya Çîn û Rûsyayê de biceribîne.

Back to top button