Hindistanê…Derbarê qezaya helîkopterê de lêpirsîn hat despêkirin

Li Hindistanê qezaya helîkoptera ku serfermandarê giştî Bipin Rawat têde bû, bi carekê de tevahî rojeva welat da guhertin.
Di qezayê de tevî serfermandar Rawat, 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Wezareta Parastinê ya Hindistanê ragihand ku têkildarî qezayê lêpirsîn dane despêkirin.

Li gor nûçeya Hindustan Times, Wezîrê Parastinê yê Hindistanê Rajnath Singh li ser mijarê li meclisê agahî daye.

Rajnath Singh diyar kir ku wê der barê ketina helîkopterê de lêkolîn bê kirin.

Singh diyar kir ku ekîba lêpirsînê ya ku wê Fermandarê Perwerdeya Hêza Hewayî û pîlotê helîkopterê Mareşal Air Manawendra Singh bi rê ve bibe, duh gihiştiye Wellingtonê û dest bi xebatê kir.

Singh anî ziman ku wê cenazeyên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane heta îşev bibin paytext Delhiya Nû.

Her wiha diyar kir ku helîkoptera beriya ku bikeve rewşa awarte ranegihandiye û şert û mercên neyînî yên hewayê li herêmê jî nebû.

Duh li eyaleta Tamil Nadu helîkoptereke leşkerî ku tevî Serfermandar Bipin Rawat û hevjîna wî 14 kes tê de bûn ket.

Di encamê de 13 kes mirin û tenê kesek bi birîndarî ji qezayê xelas bû.

Helîkoptera ku sererkanê Hindistanê tê de bû ket

Back to top button