Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû êrişî nûnerê Kurdan HDP’ê kir

Duh dema ku meclîsa Tirkîyê ji bo bûdçe li hev civîyabûn, Wezîrê Karê Hûndir ê Tirkîyê Suleyman Soylu dîsa êrişî nûnerê Kurdan HDP’ê kir.
Li hember gotinên Soylû, parlementerên HDP’ê jî bersiva Soylû dan û bi pankartên ”Wezîrê Sûc an” û ”Hevkarê mafya û çeteyan” protestokirin.

Duh meclîsa Tirkîyê ji bo bûdçeyê li hev civîyan.

Di hevdîtinên li meclisê de , Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû dîsa wek her carê bi zimanê kolanan gef li nûnerên Kurdan xwar û hewilda ku sûc û hevkarîya xwe û AKP’ê ya bi çete û mafyayan re veşêre.

Koma HDP bi pankartên ”wezîrê sûc an” û ”hevkarê mafya û çeteyan” Soylû protestokirin

Li hember gef, bêbextî û heqaretên Soylû, Parlementerên HDP’ê jî bi pankartên ”Wezîrê sûc an” û ”Hevkarê mafya û çeteyan” axaftina Soylû şermezarkirin.

Gruba HDP’ê ya meclîsê pankartên xwe hildan û piştre jî bi axaftina parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî bersiva Soylû dan.

Meral Daniş Beştaş: kes bi qasî Suleyman Soylû derewan nake

Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş îşaret bi gotinên Soylû kir û got:

”Di derbarê wî de ewqas delîl û belgeyên sûcan hene ku, ji bo ser li wan bigre, ji hemû derdoran re dibêje hûn derewan dikin û dema ku vê yekê tîne ziman jî qîr dike.

Îhtîmaleke mezin ev jêre bûye weke tîk. Wekedin îzaha vê yekê tuneye. Ji ber ku kes qasî wî derewan nake.”

Meral Daniş Beştaş têkçûna Soylû û rayedarên berê jî bi bîr xist û wiha dewam kir:

”Bila wezîr vê yekê ji bîr neke ku pirsgirêka Kurd di çil salan de 8 serokwezîr, 13 hikûmet û 32 wezîrên karên hûndirîn hilweşand. Tu jî dê bibî yê 33. û dê hesabê bidî.”

Parlementera HPD’ê Meral Daniş Beştaş di dawî de bal kişande ser îdîa û bêbextîyên Soylû û wiha bi dawî kir:

”Hemû derfetên welat di bin destên we de ye.

Her demeke li dijî me komployan dirêsin. Enîya me vekirîye û em serbilind in. Hûn qala dizî û hevkarîya bi mafya û çeteyan re dikin, civak li benda we ye ku hûn serê xwe li ber xwe bitewînin.

Em jî li bendê ne ku ji ber van sûcên xwe serê xwe butewînî ber xwe.

Em tu carî serê xwe natewînin. Zekata rûmeta me têra çend emrê Soylû dike.”

Back to top button