Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê piştî 7 salan ji Iraqê vedikişe

Li Iraqê piştî şerê 7 salan leşkerên koalîsyonê dest bi vekişînê kirin.
Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya Washîngtonê aşkere kir ku wan ‘dawî li mîsyona şer’ a li Iraqê anîne.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê Kasim El Aaracî diyar kir Koalîsyona Navnetewî dawî li ‘mîsyona şer’ aniye û derbasî rola, ‘perwerde û piştevaniyê’ bûye.

Berpirsê ragihandinê yê Wezareta Navxwe ya Iraqê General Saad Maan jî têkildarî mijarê daxuyanî da.

Maan got,

”Koalîsyon beriya sersalê wê derbasbûna ser mîsyona derveyî şer bi giştî temam bike.”

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê 2014’an li ser Iraq û kontrolkirina Mûsilê, hikumeta Iraqê daxwaz ji hêzên Amerîka kiribûn piştevaniya wan bikin.

Li Iraqê bi pêşengtiya Waşîngtonê li dijî DAIŞ’ê koalîsyona navnetewî hate avakirin.

Li ser zextên alîgirên Îranê di nava hikumeta Bexdayê de, DYA ragihandibû ku ewê hêzên xwe vekişne.

Back to top button