HPG: Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker dan.
Gerîlayan li dijî leşkerên Tirk operasyona şoreşgerî pêk anîn.
HPG’ê diyar kir di çalakiyê de gelek dagirker hatin cezakirin û gerîla çûne ser 8 cenazeyên dagirkeran.
Hat diyar kirin gelek çek û cepilxaneyên leşkeran hatin desteserkirin û çeperên wan jî hatine rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker ku nêzî 8 meh in êrişî başûrê Kurdistanê dike ji gerîla derbên giran dixwe.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Zapê bi ser kozî û çeperên leşkerên Tirk ên dagirker de girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li dijî leşkerên Tirk Operasyona Şoreşgerî pêk anîne û ev agahî parve kir:

“Hêzên me yên gerîla di navbera 8-9’ê Kanûnê de li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê, li dijî dagirkeran bi taktîkên dema nû yên gerîla Operasyoneke Şoreşgerî ya koordîneyî li dar xistin.

Destpêkê 8’ê Kanûnê li Girê Şehîd Mûnzûr bi çekên giran derbên xurt li çeperên dagirkeran hate xistin.

Piştre jî tîmên me yên gerîla ji 5 baskan ve çeperên dagirkeran xistin bin kontrola xwe.

Tîmên me yên êrişê yên profesyonel ên yekemîn û duyemîn nîvê şevê bi rengekî koordîneyî avêtin ser 2 çeper û kamelyayeke dagirkeran.

Baskê yekemîn ê çalakiyê bi bombeyan û çekên ferdî li kamelyaya ku dagirker tê de bûn, xist û li vê derê 5 dagirker hatin cezakirin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî li 2 çeperan xistin û her 2 çeper bi temamî hatin rûxandin û hêzênme çûn ser 3 cenazeyên dagirkeran.

Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî di heman demê de li dagirkerên li ser Girê Şehîd Mûnzûr reşand.

Baskên çalakiyê yên çaremîn û pêncemîn jî bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin û çeperên wan rûxandin.”

HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 2 çekên M-16, bombeavêjek, çekek BKC, çenteyek û gelek alavên leşkerî hatin desteser kirin.

HPG’ê diyar kir di van çalakiyan de hêzên gerîla bi rêbaza baz bi tundî derb li operasyona dagirkeran xistin.

HPG’ê da zanîn tîmên gerîla yên bi tevger jî bi rêbaza lêdanê ya Apocî di nava 10 deqeyan de hedefên li ser gir hemû bi dest xistin û di van çalakiyan de gerîla ti windahî nedan.

HPG’ê ragihand ev operasyona şoreşgerî, di şexsê gerîlayên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî şehîd hatin xistin û ji bo hilanîna tola şehîdan hemûyan hate kirin.

Back to top button