“Heta wergirtina cenazeyên şehîdan wê çalakî berdewam bike”

66 rojin, li ber deriyê Sêmalka çalakiya malbatên şehîdan a ji bo wergiritna cenezeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine berdewam dike.

Îro endamên meclisa Dêrikê çalakî ji koma Girkê Legê dewr girt.

Beriya dewrkirinê bi navê endamên meclisa Girkê Legê Evîn Îbrahîm axivî û diyar kir ku çalakî dê bi biryardarî heta wergirtina cenazeyên şehîdan dewam bike.

Piştî axaftinê koma Dêrikê çalaki dewr girt.

Çalakiya ji 5’ê Cotmehê ve bi pêşengiya malbatên şehîdan didome lê PDK’ê xwe li bêdengiyê danîye.

Back to top button