Serdanên ji bo konê sersaxiyê yê şehîd Merwan Bedel dewam dikin

Li Şengalê serdanên konê sersaxiyê ya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ku di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, dewam dikin.
Li bin konê sersaxiyê hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê got:
“Em ê têkoşîna şehîdan bilind bikin û armancên wan bigihînin serkeftinê.”

Di 7’ê Kanûnê de balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, di roja yekemîn a rojiyên Êzi de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kir.

Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû.

Duh cenazeyê Merwan Bedel ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmeke bi heybet, li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate oxirkirin.

Piştî cenazeyê Şehîd Merwan Bedel hate veşartin, ji bo wî konê sersaxiyê hate danîn.

Îro jî hemû saziyên Rêveberiya Xweser, oldar, eşîr û xelkê Şengalê, kom bi kom çûn serdana konê sersaxiyê.

Li konê sersaxiyê hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Ilyas axivî û diyar kir ku li ber çavê Cîhanê hemû pêşengên civaka Êzidî dibin hedef.

Xwedêda Ilyas bang li Hikûmeta Iraqê kir û got:

“Dewleta Iraqê îro bêdeng e. Em xwe wekî beşek ji gelê Iraqê dibînin, lê dewlet wisa li me nanêre.

Dixwazin fermana 74’emîn berdewam bikin. Em bang li Mustefa Kazimî dikin, heya kengî wê ev îxanet berdewam bike?”

Xwedêda anî ziman ku dewleta Tirk bi hêcetên bê bingeh êrişan dike û kesên li hemberî DAIŞ’ê li ber xwedane, têne hedef girtin.

Xwedêda di dawiya axftina xwe wiha got:

“Em carek din soza bilindkirina têkoşîn û armancên şehîdan dubare dikin.”

Her wiha Serokê Eşîra Qiraniyan Xidir Hecî Mîrza jî axivî û behsa têkoşîn û berxwedana Merwan Bedel kir û wiha got:

“Heval Merwan di dema fermanê de li ser çiyayê Şengalê çek hilgirt û kete xeta parastina gelê xwe û heya şehadetê jî li ser heman xetê dewam kir.”

Mîrza bang li hemû Êzidiyan kir da ku li hemberî van êrişan yekîtiya xwe xurt bikin.

Back to top button