BERXWEDANA LEYLA GUVEN 182 ROJ IN DEWAM DIKE

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan zêdeyî 6 meh in çalakiyên greva birçîbûnê yên bê dem û bê dorveger li dar in. Ji wan greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 182 roj in bi israr dewam e û çalakiya Rojiya Mirinê jî 9 rojin li dar e.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Îro 182 roj in Leyla Guven di greva birçîbûnê de li ber xwe dide..

Her wiha çalakiyên li girtîgehan jî bi biryar li dar in.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma despêkê ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 144 roj in dewam dike.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan di roja 68’an de ye.

Li aliyê din Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç didome.

Çalakiya Sedat Akin 122,

Gurbet Ektîren 113,

Mahsun Şen 124,

Mûrat Aksin 55,

Semra Alkan 122,

û Îhsan Sinmiş 71 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYAN DI ROJA 9’AN DE YE

Her wiha çalakiya rojiya mirinê jî bi îradeyek xort didome, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ev 9 roj in li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di çalakiya rojiya mirinê de ne.

ÇALAKGER ÇÎÇEK: ENCAM ÇI DIBE BILA BIBE, SERKEFTIN WÊ YA ME BE

Yek ji çalakgerên rojiya mirinê jî Zozan Çîçek e ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê hiştin.

Çîçek bi rêya parêzera xwe Ayşe Acî-nî-klî peyamek şand û got:

Grevên birçîbûnê yên bi slogana ‘Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ dest pê kir, roj bi roj mezin dibin.

Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê berxwedanê mezintir bikin û bi azadiyê tacîdar bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button