11’ê Kanûnê li Cenêvê mîtîng tê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin

Partî û saziyên li Swîsrayê, li dijî êrişên li ser Kurdan û bikaranîna çekên kîmyewî wê 11’ê Kanûnê li Cenevê, mîtîngekê li dar bixin.
Bang li Kurdistanî û dostên wan hat kirin ku tevlî mîtîngê bibin..
Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê jî bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiya di çarçoveya 10’ê Kanûnê “Roja Cîhanê ya ji Ocalan re Azadî” bibin.

Partiyên siyasî yên Swîsre û rêxistinên civaka sivîl bi pêşengiya saziyên Kurd li bajarê Cenevê, li dijî êrişên li ser gelê kurd û bikaranîna çekên kîmyewî wê 11’ê Kanûnê mîtîngekê li dar dixin..

Li ser vê çalakiyê, bi navê saziyan daxuyanî hat dayîn..

Di daxuyaniyê de bang li hemû kurdistaniyan û dostên kurdan hat kirin ku tevlî çalakiyê bibin..

Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî hate bibîrxistin û hate gotin:

“Artêşa Tirk li dijî siyasetmedarên Kurd bi rengekî bi rêk û pêk dronan bi kar tîne.

Van heftiyên dawî, yekîneyên artêşa Tirk û hevalbendên wan ên cîhadîst li ser sînor kom dibin û dixwazin herêmê din dagir bikin.

Bi van rêbazên ku sûcê mirovahiyê ne, li Efrîn û Serêkaniyê komkujî û dagirkerî pêk tê..

Rejîma faşîst a Erdogan li Bakur û Tirkiyê jî li dijî hemû tevgerên pêşverû polîtîkaya xwe ya qirkirinê didomîne.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma Erdogan bi hezaran rewşenbîr, nûçegihan, hunermend û siyasetmedarên Kurd û Tirk digire û dixe zindanan.

Têkilî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê jî ev yek hat gotin:

”Artêşa Tirk li Başûr li ser xaka Iraqê bi dehan baregehan datîne.

Herêma Şengalê, kampa penaberan a Mexmûrê û cihên gerîlayên Kurd ên li çiyayan bombe dike, li dijî siyasetmedarên kurd operasyon û suîqestan dike.

Ev salekê zêdetir e Hêzên Ezmanî yên Tirk li gel qedexeya navnetewî jî bi gazên jehrî û çekên kîmyawî çiyayên Kurdistanê bombebaran dike.

Em bang li her kesî dikin ku li dijî sûcên şer ên dermirovî yên hêzên paşverû yên Tirk piştgiriya şoreşa Rojava, gelê Kurd û PKK’ê bikin..”.

KON-MED’ê ji bo çalakiyên 11 Kanûnê ên li Almanyayê banga tevlêbûnê kir

Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiya 11 Kanûnê di çarçoveya ”10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Ji Ocalan re Azadî” bi pêşengiya sazî û dezgehên Swîsrî û enternasyonalîstan ku wê pêk were bibin.

Her wiha KON-MED’ê bang kir ku ji bo 10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî her kes tevlî meşên girseyî yên li gelek navendên Elmanyayê ew jî wê 11’ê Kanûnê bên lidarxistin bibe.

Back to top button