Li bajarê Hesekê peymangeha amedekirina mamosteyan hat vekirin

Ji bo pêşxistin û amedekirina mamosteyan Desteya Perwerdê Peymangeheke nû ya amedekirina mamosteyan li Hesekê vekir.

Desteya Perwerdê ya Bakûr û Rojhilatê û Sûriyê îro li bajarê hesekê bi merasîmekê Peymangeha amedekirina mamosteyan vekir.

Di merasîma vekirina pemangehê de Desteya Perwerdê her wiha hevserokê Meclisa Tenfîzî a Herêma Cizîrê û hijmarek ji mamosteyên Peymangehê amede bûn.

Di merasîma vekirina pemangehê de Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl axvî û diyar kir ku wan ji bo xwendekarên ku refên amedayî bi dawî kirine û nikarin li zanîngehan navên xwe xwe qeyd bikin ev Peymangeh vekirin e.

Piştî axaftinan Desteya perwerdê û mamosteyan deriyê Peymangehê li pêşiya xwendekarn vekir.

Back to top button