“Êrişên li ser Şengalê dewama qirkirina civaka Êzidî ye”

Nerazîbûnên li dijî êrişên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şingalê berdewam dikin.
Li herêma Firatê, Şehba û Helebê îro jî çalakî hatin lidarxistin. Bang li hikûmeta Iraqê û ya başûr hate kirin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.

Dewleta Tirk a dagirker, di 7’ê Kanûnê de carekedin êriş bir ser Şengalê û di encamê de Hevserokê Meclîsa Rêveberîya Xweser a Şingalê Merwan Bedel Şehîd bû.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên Dewleta Tirk zêde dibin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi daxuyanîyeke êriş şermezarkir.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

”Êrişa li dijî vîna civaka Êzidî ye.

Em bang li hêzên navnetewî dikin ku zextê li Tirkîyê bikin da ku êrişên xwe rawestîne û hêzên xwe ji heremên ku dagirkirine vekişîne.”

Yekitîya Jinên Êzidî ya Helebê: Armanca dewleta Tirk şikandina îradeya Êzidîyane

Bi heman armancê Yekitîya Jinên Êzidî ya Helebê jî daxuyanîyek da û dîyar kir ku armanca Dewleta Tirk qirkirina Êzidîyane.

Di daxuyanîyê de hat gotin; ”Sûcên Dewleta Tirk û hedefgirtina rêveberên Êzidî didome, sedema wê jî kîna li dijî civaka Êzidî û Rêveberîya Xweser a Şingalê ye.”

Meclîsa Kantona Girê Spî: Ev êriş, berdewama komkujîyên li dijî Êzidîyane

Meclîsa Kantona Girê Spî jî bi daxuyanîyeke êrişa li dijî Merwan Bedel şermezarkir û dîyar kir ku ev sûc, berdewama komkujîya li dijî Êzidîyane.

Meclîsê her wiha bêdengîya hikûmetên Bexda û Hewlêrê ya li hemberî van sûcan rexne kir û bang li her du alîyan kir rê li ber van sûcan bigrin ku pêşî li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê: Êrişên dewleta Tirk û DAIŞ’ê yek in

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî daxuyanîyek da û êrişên li dijî gelê Kurd û hedefgirtina Merwan Bedel şermezarkir.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku êrişên Dewleta Tirk û DAIŞ’ê hemwextî hev li dijî Başûrê welat û Şingalê pêk tên.

Meclîsê di dawîya daxuyanîya xwe de piştgirîya xwe ya ji bo Şingalê ragihand û wiha bi dawî kir: ”Hûn ne bi tenê ne, em li kêleka we ne.”

Back to top button