Lapid û Sîsî têkildarî peymana nukleerî ya Îranê civiya

Îsraîl ku ji peymana nukleerî ya navbera Îran û welatên Rojavayî de acize, li herêmê ji xwere hevalbendên nû digere. Di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid serdana Misirê kir. Tevî bernameya nukleerî ya Îranê, mijara peymana li gel Hemasê jî di rojava Îsraîlê de bû.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid îro serdana paytexta Misirê Qahîreyê kir.

Serokê Misirê el-Sîsî Lapid pêşwazî kir.

Sîsî û Lapid têkildarî gefên nukleerî yên Îran û hewildanên pêkanîna danûstandinên li gel Hemasê ku ji bo Xezzayê gotûbêj kirin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê jî ragihand ku naveroka sereke ya hevdîtinê gefên Tahran yên peymana nukleerî bû.

Rêveberiya Til Evîvê danûstandina welatên rojava ya li gel Îranê weke yek ji şaştiyên sereke dibîne.

Û di her fersendê de, tîne ziman ku ew ê lihevkirina welatên rojava li gel Îranê wan eleqeder neke.

Beriya niha jî hatibû îdia kirin ku Îsraîl li dijî baragahên nukleerî yên Îranê, tatbîqatên hêzên hewayî pêk tîne.

Back to top button