Cenazeyên 41 Êzidiyên ji gora komî hatin derxistin li Şengalê hatin veşartin

41 welatiyên Êzidî yên ku sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin, îro li gundê Koço bi merasîmekê hatin veşartin.

Saziya Tipa Edlî ya Bexdayê nasnameya 41 Êzidiyên ji gora komî hatibûn derxistin, eşkere kir.

Îro cenaze li gundê Koço yê Şengalê bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Di merasîmê de Bavê Şêx yê Êzîdiyan, endamên Meclîsa Rûnahî ya Êzîdiyan, û Hikûmeta Federal a Iraqê, berpirsên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê amede bûn.

Bi wesîleya 9’ê Mijdarê Roja Bîranîna Qurbaniyên Qirkirinê ya Navneteweyî Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî peyamek weşand.

Di peyamê de hat gotin:

“Qurbaniyên komkujiya li dijî Êzidiyan, komkujiya Enfalê, gorên komî û qurbaniyên bombebarana kîmyewî ya Helebçeyê bi êşeke mezin bi bîr tînin.”

Back to top button