ŞERVANÊ YPG’Ê YÛNIS ELUBEYD LI TIL KOÇERÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê YPG’ê Yûnis Elebîd bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Yûnis Elubeyd bi nasnav Sîpan Henwa di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya şehîd Hogir a li Dêrikê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şedan a li Til Koçerê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê YPG’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button