Ji çalakiya kovendanê ya li Helebê banga xurtkirina têkoşînê hate kirin

Çalakiya konvendanê ya li Helebê ya bi diruşma “Dem dema azadiyê ye”di roja duyemîn de bi dawî bû. 

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, ya bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star bi hevkariya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê duh kon çalakiya kon dabû destpêkirin, îro bi dawî bû.

Nûnerên PYD, meclis û komînên taxên Şêxmeqsûdê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Parastina Civakî serdana konê çalakiyê kirin.

Di bin konê çalakiyê de beşdaran tecrîda li ser rêber Apo şermezar kirin.

Her wiah bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kirin ku derbarê doza birêz Abdullah Ocalan de helwesteke cidî û xurt nîşan bidin.

Li dawiyê beşdarên konê çalakiyê diyar kirin ku ew ê çalakiyan berdewam bikin heta ku azadiya rêber Abdullah Ocalan ya fîzîkî û ya tevahî girtiyên siyasî pêk were û edalet û demokratîk pêk were.

Back to top button