Çeteyan gundekî Minbicê topbaran kir, sivîlek birîndar bû

Doh dîsa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş hebûn.
Vê carê jî dewleta Tirk gundekî Minbicê kir armanc û sivîlek birîndar kir.

Çeteyên dewleta Tirk a qirker gundê Toxara Biçûk ê bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Di encamê de şêniyê bi navê Ebdulhey ê 30 salî birîndar bû.

Rojane êriş li ser herêmê ji bêdengiya hêzên garantor tên kirin.

Ev êriş jî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ên dagirker ve tên kirin.

Di van êrişan de bi sedan sivîl heta niha birîndar bûne û bûne qurban.

Back to top button