Li Efrînê di nava 4 salan de bi sedan sivîl hatin kuştin

Îro 10’ê Kanûnê, Roja Mafê Mirovan a Cîhanî ye.
Hêzên cîhanî ku ev roj bi vî navî ragihandine, 4 sal in li hemberî hovîtiya li dijî xelkê Efrînê tê kirin bêdeng in.

Ji 18’ê Adara 2018’an ve, Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, veguheriye navenda sûcên li dijî mirovahiyê.

Bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ û El Nûsrayê roj nîne ku rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin.

Di nava 4 salên derbasbûyî de, 686 sivîl li ser destê artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

Ji wan 100 jin in.

Li gel hovîtiya tê kirin jî, kurdên li nava bajêr bi israr xwestin li xaka xwe bimînin.

Lê piraniya wan ji ber êşkence, komkujî, gefxwarin, destdirêjî û revandinê, neçar dimînin ku ji bajêr derkevin.

Niha bêtirî 100 hezar Kurdên Êfrînê ku ji ber zilma Tirkiyê cih û warên xwe berdan, li herêma Şehbayê bi cih bûne.

Dewleta Tirk ne tenê êşkenceyê li Kurdên mane dike, her wiha her roj bombeyan li Şehbayê dibarîne.

Bêtirî 100 hezar Efrîniyên ku ji ber zilam Tirk warên xwe berdane, li vê herêmê bicih bûne.

Di pêvajoya 4 salên dagirkeriyê de, rêjîma Tirk û çeteyên wê herî zêde êrişî jinan kirin.

Ji kuştin û revandinê bigrin heta destavêtinê, herê rêbazên hovanê li hemberî jinan hatin bikaranîn û hê jî dewam dikin.

Tenê di nava sala 2021’an de di nava 49 kuştiyên sivîl de 13 jin hebûn.

Zarokên Efrînê jî pareke xwe a mezin ji van êrişên hovane girtine.

Bi taybet îsa ji ber topbaranên artêşa dagirker de gele zarokên Kurd hatin kuştin.

Ji sala 2018’an ve tişta herî zêde li hemberî Kurdên Efrînê tê bikarnîn revandina wan e.

Li gorî daneyên saziyên mirovî yên Efrînê, di nava 4 salan de herî kêm 8 hezar û 455 kes ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.

Û heta niha jî aqûbeta beşeke wan ne diyar e.

Beşeke wan jî bi awayên dij-huqûqî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin.

Back to top button