Meksîka…Di encama qeza de 53 kesan jiyana xwe ji dest da û 58 jî birînddar bûn

Di nava mehên dawiyê de pêla koçberiya ji Amerîkaya Navîn ber bi DYA yê ve me didît.
Bi hezaran kes kom bi kom rojane dimeşiyan û tenê daxwaza wan xwe gihandina DYA bû.
Rawetgeha wan ya sereke jî Meksîka ye.
Di qezaya ku kamyona koçber li nav bûn de, 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û 59 kes jî birîndar bûn.

Li eyaleta Chiapas a Meksîkayê doh, kamyonek ku piraniya wan koçberên Amerîkaya Navîn tê de bûn, li dîwarê ragirtina li kêleka rê û piştre jî li ser derbasbûnê qelibî.

Ji ber leza zêde û qezayê, koçberên li nava kamyonê belavî derdor bûn.

Tevî rêxistina Xaça Sor, tîmenên agirkujiyê û ekîbên Parastina Sivîlan ji bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Rayedarên Parastina Sivîl ragihandin ku di qezayê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dane û 59 kes jî birîndar bûne.

Birîndar ji bo nexweşxaneyên li herêmê hatin veguhestin.

Tê gotin piraniya koçberan ji Guatemala, Honduras ve El Salvadorê ne.

Serokê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador têkildarî qezayê xemgîniya xwe anî ziman û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Serdozgeriya Komarê ya Meksîkayê ragihand ku der barê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev lêpirsîn jî bi piştgiriya gelek gel û rêxistinan hat kirin.

Şahidan diyar kirin ku di nav birîndaran de gelek zarok jî hene.

Hinek ji van zarokan bê dê û bavê xwe çûne.

Enstîtuya Neteweyî ya Koçberiyê ya Meksîkayê diyar kir ku wê mesrefên cenazeyan bigrin ser xwe.

Ji kesên sax mane jî ji ber sedemên mirovî wê vîzeya ziyaretê bê dayîn.

Her wiha hat diyarkirin ku dê hemû alîkariyên pêwîst ji bo koçberên ku dixwazin vegerin welatên xwe bên kirin.

Back to top button