Luqman Ehmê: Ev êriş planeke Tirkiyê ye

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat a Kurdistanê Luqman Ehmê; dibêje ” Êrişên DAIŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê planeke Tirkiyê ye û ji bo kontrokirina xeta navbera Kerkûk û Mûsil de ye.”
Luqman Ehmê piştrast kir divê PDK’ê rê ji HPG’ê re veke da were parastina gel bike.

Dema dawî li Başûrê Kurdistanê, çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe zêde kirine û bi dehan bûne qurban.

HPG’ê jî ji bo parastina gel Başûrê Kurdistanê ji van êrişan gotibû ew amade ne gel li dijî van êrişan biparêzin.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat a Kurdistanê Luqman Ehmê derbarê êrişan de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.

Luqman Ehmê diyar kir ku êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kerkûka Başûrê Kurdistanê planeke Tirkiyê ye ku bi rêya wan dixwaze xeta navbera Kerkûk û Mûsil kontrol bike.

Luqman Ehmê: Mixabin çekên koalisyonê li hember gerîla tên bikaranîn

Li ser çekên ku Koalîsyona Navneteweyî dane Wezareta Pêşmergeyan jî Luqman Ehmê anî ziman ”Mixabin ji dêvla ku ew çek li dijî DAIŞ’ê hatiban bikaranîn PDK’ê li dijî gerîla bi kar tîne.”

Luqman Ehmê: Divê PDK’ê rê bide HPG’ê da parastina gel bike

Dawiyê nirxandina xwe, Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat a Kurdistanê teqez kir ku divê PDK’ê rê li pêşiya HPG’ê veke da parastina gel bike.

Back to top button