10’ê Kanûnê “Roja Mafê Mirovan a Cîhanî ” Sibe wê li gelek welatan xwepêşandan pêk werin

Îro “Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” ye.
Bi vê rojê wê li gelek navendên Ewrûpayê xwepêşandan pêk werin.

10’ê Kanûnê “Roja Mafê Mirovan a Cîhanî ” ye.

Rêxistinên azadî, edalet, demokrasî û aştiyê ev roj di heman demê de weke “Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” ragihand.

Rêxistinan bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku peymana Mafê Mirovan a Cîhanî ji bo Ocalan jî were pejirandin.

Bi vê armancê û bi pêşengiya “Înîsyatîfa Ji Ocalan re Azadî” wê sibe li gelek navendên Ewrûpayê xwepêşandan pêk werin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê û Federasyona Civakên Kurd li Almanyayê banga tevlîbêna çalakiyan kirin.

Di daxuyaniyan de hat gotin, wê xwepêşandan bi slogana “Dem Dema Azadiyê ye- Ji bo Ocalan niha bikevin nav tevgerê” pêk werin.

Çalakî wê li Almanya, Danîmarka, Fransa, Awusturya û Siwîsreyê pêk werin.

Yên herî mezin jî wê li 11 bajarên Almanyayê bin.

Back to top button